Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Tirkîye û Îranê Rexne Dike


Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Abdullah bîn Zayed El-Nahyan dîyar kir ku Tirkîye û Îran hewil didin ku desthilata Sûrîyê qels bikin û da zanîn ku divê her du dewlet ji wî welatî vekişin.

El-Nahyan got ku ger Tirkîye û Îran ‘’mêtingerîya xwe ya li Sûrîyê bidomînin ewê di siberojê li welatê din jî heman tiştan bikin.’’

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku hevalbenda Erebîstana Saudî ye, dijî Beşar Esad û alîgirê wî Îran e.

Reuters’ê dîyar kir ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ji hin komên Îslamî yên ku Tirkîye piştgirîya wan dike, ne razî ye.

XS
SM
MD
LG