Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên ji Vîrusa Korona 290,000 Derbaz Kir


Hejmara mirinên jiber vîrusa korona 290,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 290,838 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku wê vîrusê li wir pirtir ji 82,000 kes kuştine.

Li dû Amerîka, bi 32,769 mirinên jiber vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 30,911 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeh Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 4637 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG