Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên bi Vîrusa Korona Nêzî 3,5 Mîlyonan Dibe


Hejmara mirinên bi vîrusa korona nêzî 3,5 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 3,486,104 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 590,941 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye, li dû wê bi 452,031 mirinan Brezîlya tê, û li dû wê jî bi 311,388 mirinan Hîndistan heye.

Li seranserê cîhanê 167,856,780 kes bi vîrusa korona ketine. Amerîka bi pirtir ji 33 mîlyon pêketîyên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi pirtir ji 27 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,905 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG