Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên bi Korona ji 3,5 Mîlyonan Borî


Hejmara mirinên bi vîrusa korona ji 3,5 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 3,552,788 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka însan kuştin kuştine ku li wî welatî mirinên ji vîrusê nêzî 600,000 e. Li dû Amerîka bi 462,791 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 331,895 mirinan Hîndistan tê.

Amerîka bi pirtir ji 33,2 mîlyon pêketinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 28,1 mîlyon pêketinan Hîndistan yeye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 103,021 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG