Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên ji Korona Nêzî 4 Mîlyonan Dibe


Hejmara mirinên ji vîrusa korona nêzî 4 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 3,932,925 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 604,394 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye, li dû wê bi 514,092 mirinan Brezîlya heye û li dû wê jî bi 397,637 mirinan Hîndistan tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 181,603,820 kes bi vîrusa korona ketine. Amerîka bi 33,6 pêketinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 30,3 pêketinan Hîndistan heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 103,746 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG