Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên ji Korona Nêzî 5 Mîlyonan Dibe


Hejmara mirinên ji vîrusa korona nêzî 5 mîlyonan dibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê heta niha 4,906,281 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 726,201 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 603,465 mirinan Brezîlya heye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê 240 mîlyon derbaz kiriye.

Ew zanîngeh dide zanîn ku li cîhanê heta niha 241,171,468 kes pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Amerîka bi 45,051,076 pêketinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 34,094,373 pêketinan Hîndistan heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Çînê heta niha heta niha 108,947 kes bi vîrusa korona ketine û 4,849 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG