Li Misirê qedexe kirina derketina kolanan ya şevê hate ragihandin, di hewildaneke jibo sekinandina xwepêşandên dijî hikûmetê de.
Raportên medyayî dibêjin, birêz Mubarak dê îro Înêyê gotareke bo gelê Misirê pêşkêş bike, piştî vê roja herî aloz û tund ya xwepêşandanên ku li dijî hikûmeta wî têne kirin.
Hosni Mubarak yê 82 salî piştî destpêbûna xwepêşandanan ya roja Sêşemê vir ve, heta niha ti daxuyanî neday û li televîzyonan jî xuya nebûye.
Bi dehan hezaran Misrî piştî nimêja Înîyê li bajarên Qahîre, Îskenderîye, Suez û hinekên din derketine kolanan û daxwaza qedandina rejîma Husnî Mubarak ya 30 salî kir.
Hêzên ewlekarîyê gazên rondikrêj û guleyên plastîk bikar anîn, li dijî xwenîşandêran.
Polîs her wiha bi qamyonên avê hewil da ku girseya mezin ya xwenîşandêran ji hev cihê bike. Tê ragihandin polîs bi çiv û copan li gelek xwenîşandêran xistine.
Hikûmeta Misirê ragihand, xedeqeya derketinê ya li bajarên Qahîre, Îskenderîye û Suez’ê di demjimêr 6’ê êvarê destpê bike û heta 7’ê sibehê dê bidome.
Ajansa Nûçeyan ya Frensî (AFP) radigîhîne, xwenîşandêr avahîêyeke hikûmete şewitandiye li bajarê Îsklenderîyê.
Dîdevan dibêjin, li bajarê Suezê bi kêmî ve 1 xwenîşandêr hatiye kuştin.
Her wiha tê ragihandin, xizmetên înternetê ku jibo bizavkaran gelek girîng e li seranser welêt demeke kin ya paş nîvê şevê hatine rawestandin.
Xîzmetên wek şandina mesajên kurt, sms ji telefona destan û karanîna înternetê jî hatine asteng kirin.
Kompanya Vodafone ya telekomînîkasyon ragihand, hikûmeta Mistî ferman da ku hemî fîrmayên telefona mobîl, xîzmetên xwe li hîn beşên welêt.rawestînin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon daxwaz ji rêberên Misrê û gelê wî welatî kir ku rê nedin zêdebgûna tund û tûjîyê.
Ban Ki-moon got, rêberên cîhanê xwepêşandanan wekî derfeteke jibo wan welatana dibînin ku gelên wan derna jî bikanibin xem û fikarên xwe yên adîl û rewane.