Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundîya li Misirê Didome, 51 Kuştî Hene


Artêşa Misirê û piştgirên serokê berê Mihemed Mursî soza domandina şer didin û hevdu bi pevçûnan tawanbar dikin ku ku herî kêm 51 kes hatibûn kuştin, bi sedan kesên din jî birîndar bibûn.

Dîdevan dibêjin ku rêkên nêzîkî navenda hêza Zerevanên Komarî bi gazên îsotê tijî bûne, piştîku alîgirên Mursî yên hêrsbûyî careke din dest bi xwepêşandanê kirin.

Rêvebirên Biratîya Misilman, artêş tawanbar dikin ku gile reşandiye ser gel, bê ku hişyarî bide. Lê, karbidestên leşkerî komên terorîst tawanbar dikin ku dixwestin êrîşî avahîya hêza Zerevanên Komarî bikin.

Serokê demkî yê Misirê Adly Mansur banga aramîyê û daxwaza vekolînekê kir. Lê, tê ragihandin ku bûyer zarareke mezin daye hewlên avakirina hikûmeteke nû ya kindemî kir.

Partîya Nûr ya Selefî dibêje, ew xwe ji danûstandinên pêkanîna hikûmeta paşve dikşîne, bi sedema qirkirina artêşê.
XS
SM
MD
LG