Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirekî Polîsan li Misirê Hate Kuştin


Karbidestên Misirî dibêjin rêvebirekî polîsan ji alîyê şervanên Îslamî ve hate teqe kirin û kuştin, dema ew li dervayê Qahîrê di operasyoneke ewlekarîyê de bû.

Wezareta Navxweyî diblêje, hêzên ewlekarîyê îro Pêncşemê bi piştgirîya helîkopteran avêtin ser gundê Kerdasah û bi gazên îsotê êrîşî terorîstan kirin.

Karbidestên ewlehîyê didine zanîn ku wan di lêgerîna malan de 41 kes desteser kirine û li 100 kesên din jî digerin.

Di tepeserkirina Misirê de herî kêm 1000 kes hatine kuştin ku piranîya wan Îslamî ne û piştvanên Mursî û Biratîya Misilman in.
XS
SM
MD
LG