Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştevanên Mursî li Kolanan in


Li Misirê bi sedan Îslamî îro Înîyê derketin kolanan Qahîrê, rojek piştî derbazkirina qanûneke nû ku mafê xwepêşandanê dorteng dike.

Îslamîyên Misirê rojane derdikevin kolanan û hikûmeta leşkerî protesto dikin, piştî ku Serokê Îslamî Mihemed Mursî ji desthilatê hatibû ladan.

Di xwepêşandanên piştgirên Mursî de, taybetî roja Înîyê roleke girîng dilîze. Xwenîşandêr daxwaz ji artêşê dikin ku Serokê berê Mursî careke din vegere ser posta xwe ku di meha Tîrmehê de hatibû ladan.

Hikûmeta leşkerî bi derbazkirina qanûna nû dixwaze rê li ber xwepêşandanên hevrik bigire. Li gor wê zagonê, dibê xwenîşandêr 3 roj berî xwepêşandanan Wezareta Navxweyî agahdar bikin.

Bi vê qanûnê, herwiha cezayên giran ya diravî û cezayê zindanê jî tên.
XS
SM
MD
LG