Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşên Bakûrê Sîna Digire Ser Xwe


Ajansa Aamaq ya ku weke ajansa nûçeyên Dewleta Îslamê (DAIŞ) tê naskirin roja Sêşemê ragihand ku çekdarên wan herdu êrîşên parêzgeha bakûrê Sîna ya Misirê, girtin serxwe.

Wezareta navxwe ya Misrê doh roja Dûşemê dabû xûyakirin ku, 7 polîsên wan û kesekî sivîl di 2 êrîşan de hatine kûştin û 12 kes birîndar bûne, nîva wan polîs in, êrîş ji aliyê hind çekdaran li dij 2 xalên ewlekariyê pêkhat bûn, li Irrêş mezntirîn bajarê bakûrê Sîna.

Îro DAIŞê berpirsyariya xwe li hember van êrîşan bi riya ajanasa Aamaq da diyar kirin û ragihand ku wan 25 polîsên Misirî kûştine.

Li bakûrê Sîna, êrîşên tundûtîj ji aliyê Îslamiyên radîkal ve tên berdewamkirin, bi taybetî piştî serokê berê yê Misrê Mohamed Mursî yê girêdayî rêxistina Birayên Musilman (Îxwan al-Muslimîn), hatiye girtin û ji ser desthilatê hatiye dûrkirin êrîşên şîdetkar, li wê herêmê ji nîva sala 2013an heta niha tên berdewamkirin.

Sala 2014an gropên çekdarên Îslamî yên radîkal li Sîna girêdana xwe ya bi Dewleta Îslamê (DAIŞ) ê dabû eşkerakirin û xwe weke wîlayeta Sîna ragihand bû, ji wî çaxî heta niha kuştina bi sedan leşker û polîsan gitriye ser xwe.

Doh êvarî piştî êrîş pêkhatê, serokê Misirê Abulfetah Sîsî dabû xûyakirin ku êrîşên Îslamiyên radîkal bi şêweke ber biçav di kêmbûnê de ne, eger li hember demên borî bihê hevberkirin, ev jî dide xûyakirin ku hikûmeta Misrê di şerê terorê de pêngavên baş avêtin e.

XS
SM
MD
LG