Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa Kujêr ya Hember Leşkerên Misirî li Sina Hildigire


Di vê fotoya arşîvê de leşkerekî Misirî li Sina
Di vê fotoya arşîvê de leşkerekî Misirî li Sina

Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Înê berpirsîya êrîşa hember xaleke leşkerî ya Misirî girt ser xwe ku bi kêmî ve 12 leşkerên Misirî li Nîvgirava Sina kuştibûn.

Herêma Sina ya çîyayî ku nîfûseke kêm lê dijî, bûye qada xirabkarîyan, taybetî jî piştî ku serokê berê Mihemed Mursî ji desthilatê hatibû ladan.

DAIŞa xwecîhî ji sala 2014an vir ve li herêmê çalakîyên xwe pêk anîne û bi sedan polîs û leşkerên Misirî kuştine.

Karbidestên Misirî ragihand ku endamên DAIŞê, şeva Pêncşemê bi trombîleke bombebarkirî avêtin ser xaleke artêşê û 8 leşker kuştin. Di peqînê de herwiha 3 êrîşvan jî hatin kuştin.

Jêderên saxlemîyê dû re ragihand ku îro 4 termên din hatine dîtin û bi giştî 12 leşkerên Misirî hatine kuştin.

Di peqînê de 12 leşker jî birîndar bûn û 1 leşker jî hinda bûye.

DAIŞê berê ragihandibû ku çekdarên wê 15 leşker kuştine, 2 trombîl rûxandine û sîlahên ji noqtê ewlekarîyê standine, berî ku wan ew xal peqandiye.

XS
SM
MD
LG