Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Misirê Berî Salvegera Serhildanê Firotana Êlegên Zer Sînordar Dike


Misirê piştî protestoyên êlegzeran yên li Fransa, li welêt firotana êlegên bi fosfor sînordar kir.

Hikûmetê ji kompanîyên ku amûrên ewlekarîya kar difiroşin xwest ku firotana perakende rawestîne û dîyar kir ku divê êleg tenê bi destûra polîsan werin firotan.

Medya Misirê ji zarê jêderên hikûmetê radigihîne ku dibe ku di salvegera têkbirina desthilata serokê berê Husnu Mubarek de, protestoyên wek yên li Fransa li dar kevin.

Karbidestên ewlekarîyê dîyar dikin ku sînordarkirina firotana êlegên zer dê heta dawîya Rêbendanê bidome.

Hikûmeta Misirê, du sal in di 25’ê Rêbendanê de, ku salvegera serhildana 2011’an e, nahêle ku xwepêşandan li dar kevin.

XS
SM
MD
LG