Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Du Tren li Hevdu Xistin, 32 Kes Hatine Kuştin


Wezareta Saxlemî ya Misirê ragihand ku di encama li hev qelibîna du trenan de herî kêm 32 kes hatine kuştin, 91 kesên din jî birîndar bûn.

“Kesên nenas nişkeve yek ji her du trenan da sekinandin û trena duyê ku diçû heman alîyê, ji piştê li trena yekî xist,” daxuyanîya wezaretê got.

Ofîsa serdozgerîya Misirê biryara lêpirsînê da ku sedema bûyera kujer ya bajarokê Tahta ya 365 km başûrê paytext Qahîreyê ronî bike.

Serokê Misirê Abdul Fettah Sîsî daxuyanîyeke sersaxîyê weşand û got ku kesên berpirs dê werin ceza kirin.

Sîsî ji Serokwezîr Mustafa Madbuly xwest ku bi wezîrên sexlam û yê hevgirtina civakî herin cîhê bûyerê.

XS
SM
MD
LG