Wezareta Derve ya Yunanistanê îro Çarşemê ragihand ku Misir wê 5000 karkerên çandinîyê bişîne Yunanistanê.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Yunanistanê Miltiadis Varvitsiotis da zanîn ku karkerên pêşî dê bo çandinîyê alîkarîyê bikin û çaverê yê ew kakerên Misirî dê serê sala nû de li Yunanistanê bin.
Varvitsiotis got ku ew lihevkirin bo têkoşîna dijî koçberîya qaçax gaveke girîng e.
Li gor lihevkirinê, ew karker wê bikaribin heta 9 mehan li Yunanistanê bimînin û ewê paşê vegerin Misirê.
Yunanistan û Misirê di sala 2020’an de jî ser Derya Sipî peymanekê aborîya herêmî îmza kiribû.