Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojava Dosyaya Windayên Êzîdî Hîn li Benda Çareserîyê ye

Yazidi House Center in northeast Syria.
Yazidi House Center in northeast Syria.

Piştî şer û pevçûnên destpêka vê salê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û artêşa hikûmeta Sûrîyê de û valabûna Kampa Holê, dosyaya windayên Êzîdî li Rojava êdî ket asteke aloztir.

Di qonaxa berî hilweşandina HSD'ê de, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Mala Êzîdîyan bêtirî 400 kesên Êzîdî, yên ku ji alîyê Daişê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Lê îro roj, hîn jî zêdetirî 2600 windayên Êzîdî hene û prosesa rizgarkirina wan ji destpêka 2026'an ve hatîye rawestandin.

Li navenda Yekîtîya Mala Êzîdîyan li Rojava, dosyaya zêdetirî 900 malbatên Êzîdî yên ku li bendê ne nûceyekî ji zarok û jinên xwe yên windayî bibînin, li ser maseyê ne.

Piştî bûyerên valabûna Kampa Holê û belavbûna şaneyên tundrê, zanyarî hene ku bi dehan windayên Êzîdî di nav kampên cuda yên Sûrîyê de hatine veguhestin. Vê mijarê pêkanîna hevdîtineke fermî di navbera Mala Êzîdîyan û Wezareta Dadê ya Sûrîyê ferz kir.

Îsmaîl Delf ji rêxistina Yekîtiya Êzîdîyên Sûrîyê dibêje ku zanyarî li cem wan derbarê windayên Êzîdî li nav kampên Sûrîyê hene.

Îsmaîl Delf
Îsmaîl Delf

"Me hebûna bi dehan windayên Êzîdî di hin kampan de piştrast kiriye. Em nikarin navên kampan eşkere bikin ji ber ku hîn jî komên tundrê hene ku dikarin cihan biguherînin," Delf ji Dengê Amerîka re da zanîn.

"Bi hevkarîya Desteya Niştimanî ya Windayan re zanyarîyên baş di destê me de hene û em geşbîn in ku nêzîk dê civînên din bo destpêkirina gavên praktîkî werin lidarxistin," Delf got.

Delf herwiha diyar kir ku wan daxwazên xwe bo vegerandina hemû windayan pêşkêş kirin û alîyê hikûmetê jî soz û hevkarîya xwe nîşan dane.

Rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku piştî guherîna nexşeya kontrolê li Sûrîyê, berpirsyarîya yasayî û exlaqî dikeve ser milê desthilata navendî ku plansazîyeke zelal bo dîtin û vegerandina van qurbaniyan deyne.

Ebas Mûsa
Ebas Mûsa

"Îro ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê kontrola xwe li ser tevahiya xaka Sûriyeyê dimeşîne, tenê danîna sozan bes nîne," Ebas Ebas, kordînatorê Platforma Windayan (MPFP) di Rêxistina Hevdestî de.

Mûsa ji Dengê Amerîka re got ku "Divê planên giştî û gavên pratîkî li ser sahayê werin destpêkirin daku dosyeya windayan bi dawî bibe û mafên van qurbaniyan bêtin parastin."

Di navbera tirsên ji wendakirina şopên qurbanîyan û dergehên nû yên diyalogê de, 900 malbatên Êzîdî li Şengalê û Rojava çav li biryarên bilez ên alîyên peywendîdar in da ku keç û zarokên xwe ji nû ve hembêz bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG