Li eyaleta Mississippi bo Civata Senatoran gera duyê ya hilbijartinê çêbû.
Di hilbijartinê de Cindy Hyde - Smith ya Komarî bi ser ket.
Hyde - Smith 54 ji sedê dengan sitand û Mike Espy yê Demokrat derbaz kir.
Di Hilbijartinên Mîdterm yên 6'ê Mijdarê de her du berbijaran jî piranîya pêwîst bi dest nexistibû û hilbijartin ji gera duyê re mabû.
Hyde - Smith di axaftina serketinê de dîyar kir ku ewê her tim Mississippi temsîl bike û "nirxên konservatîf" bibe Washingtonê.
Bi eşkerebûna encamên eyaleta başûr, Hilbijartina Civata Senatoran ya 2018'an temam bû.
Li gor encamên dawî, di serê sala 2019'an de li Civata Senatoran dê 53 Komarî û 47 Demokrat hebin.
Berî hilbijartinê, li Civato Senatoron 51 senatorên Komarî hebûn û hejmara kursiyên Demokratan jî 49 bû.
Serokê Amerîka Donald Trump, ku bo piştgirîya berbijara Komarî du caran li Mississippi mîtîng li dar xistibû, ji ser Twitterê Hyde - Smith pîroz kir.