Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) îro Çarşemê radigihîne ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hin beşên Girê Miştenur ya stratejîk ji destê Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) stand û xiste bin kontrola xwe.
ÇSMM dide zanîn ku bi destxistina wê girê, YPG girêdana DÎÎŞ ya navbera xeta Helinc û Helebê jî qût kir.
ÇSMM herwiha ragihand ku di encama operasynên YPG de 16 endamên DÎÎŞ hatine kuştin.