Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura: Em di Derbarê Sûrîyê de Hazirîya Însîyatîfeke Nû Dikin


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Pêncşemê got ku ewê hin gavên heweskar raberî bîragiştî bikin.

De Mistura li Cenevrê ji nûçegîhanan re got ku ew di prosesa amadekirina însîyatîfeke nû ya sîyasî ne, lê wî ti hurgilîyên din nedan.

Wî geşbînîya xwe dîyar kir ku ew însîyatîf dê alîkarîya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bike ku di civîna 13'ê Îlonê de, kêşeyên heyî ji çavê Sûrîyan bibîne.

De Mistura herwiha dîyar kir ku civîneke asta-bilind ya ser Sûrîyê, di 21'ê Îlonê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, li New Yorkê were kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û hevtayê wî yê Rûsî Sergei Lavrov hefteya borî li Cenevrê civîbûn û krîza Sûrî gotûbêk kiribûn. Tevî ku wan peşveçûn di hevdîtinên xwe de ragihandibû jî, wan nekarîbû bigeheşta rêkeftineke dawîn.

XS
SM
MD
LG