Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura: Şerê li Sûrîyê Gurtir Dibe



Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, li Civata Ewlekarî ya NY’ê dîyar kir ku li Sûrîyê tundûtûjî roj bi roj zêde dibe.

De Mistura da zanîn ku tundûtûjî rê li ber aştî û îstiqrara herêmê digire û got ku dibe ku şer li hin enîyên din jî vebe û gurtir bibe.

Nûnerê NY’ê bang li Rûsya, Tirkîye û Îranê kir ku bo ku li Sûrîyê tundûtûjî kêm bibe hêzên xwe bikar bînin.

De Mistura dîyar kir ku li Îdlib û Hamayê pevçûn gur bûne, li Gutaya Rojhilat êrîşên esmanî didomin û da zanîn ku di meha pêşî ya Sibatê de zêdetirî 1000 kes jîyana xwe ji dest dane.

De Mistura got ku di êrîşên esmanî de dibistan, nexweşxane û navendên bazaran jî tên bombebaran kirin.

De Mistura dîyar kir ku li cîhên dorpêçkirî yên Sûrîyê nêzî 3,000,000 kes li benda alîkarîya derman û xwarinê ne.

Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley û Balyozê Rûsya Vassily Nebenzia jî axaftina de Mistura guhdar kirin.

XS
SM
MD
LG