Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura û Nûnerên Rûsya, Îran û Tirkîyê Ser Sûrîyê Kom Dibin


Wezîra Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Staffan de Mistura
Wezîra Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Staffan de Mistura

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, dê hefteya pêş bi nûnerên Rûsya, Îran û Tirkîyê re li Cenevrê kom bibe.

De Mistura, dê di vê civînê de bi nûnerên her sê welatan re derbarê avakirina civata qanûna bingehîn ya Sûrîyê hevdîtinan bike.

Li ber e ku civîn hefteya pêş roja Duşemê yan Sêşemê pêk were.

De Mistura dê roja Pêncşemê bi preskonferansekê hûrgilîyên civînê bide.

Rûsya, Îran û Tirkîye garantorên Peyvajoya Astana ne û Staffan de Mistura di demên dawî de xebatên xwe li ser vê peyvajoyê dimeşîne.

Hevdîtinên Cenevrê, ku rejîma Şamê û nûnerên komên rikeber yên Sûrîyê beşdar bûbûn, bêncam mabûn.

XS
SM
MD
LG