Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Heft Dewletan ji De Mistura Dixwazin ku Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê Damêzrîne


Wezîrên Derve yên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Misir, Erebîstana Saudî û Urdunê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ser Sûrîyê kom bûn.

Wezîrên heft dewletan bi daxuyanîyeke hevepar ji Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê NY’ê Staffen de Mistura xwest ku Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê ava bike.

Nûnerên wan heft dewlet didin zanîn ku qanûneke bingehîn ya berfireh û bawerîyê dide dê rê li ber ‘’hilbijartineke rêwaadil û azad’’ ya bi çavdêrîya NY’ê veke.

Li gor daxuyanîyê, divê De Misture heta 31’ê Cotmehê pêşveçûna bo avakirina komîteyê ragihîne.

Li Sûrîyê, şerê navxweyî 8 sal in didome û heta niha zêdetirê 350,000 kes di cengê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG