Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Hilweşandina Mizgefta Nûrî Nêzîlkbûna Dawîya DAIŞ'ê Ye


Fotoyeke arşîvê ya mizgefta el Nûrî
Fotoyeke arşîvê ya mizgefta el Nûrî

Generalên Îraqî dibêjin ku hilweşandina mizgefta el Nûrî ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve nîşan e ku ew desthilata wê rêxistinê li Mûsilê ber bi dawîbûnê ve tê.

Leşkerên Îraqî li Mûsilê ji VOA re ragihand ku berî serketina hêzên Îraqî û koalîsyonê li Mûsilê, DAIŞ'ê xwest ku wê mizgeftê hilweşîne.

"Wek hun dibînin, leşkerên me berxwedana xurt ya DAIŞ'ê şikand û ew heta bigehijin îro pir xebitîn. Tevî hebûna rêkên teng û erdnîgrafîya dijwar, em nêzîkî serkeftinê ne," fermandarê hêzên taybet yên Îraqî li Mûsilê, General Abdul Ghani el-Esadî got.

Mizgefta el-Nûrî ku bi navê Mizgefta Mezin jî tê zanîn, pirtir ji 800 sal berê hatibû ava kirin û rêberê DAIŞ'ê Ebu Bekir Bexdadî di sala 2014’an de li wê derê xîlafeta xwe ragihandubû.

DAIŞ'ê bi rêka ajansa xwe, Amaq îdia kiribû ku firokeke Amerîkî ew mizgeft rû, lê karbidestên Amerîkî û Îraqî ew îdia demûdest red kiribû.

XS
SM
MD
LG