Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mizgefteke Afganistanê Êrîşa Xwekujî li Dar Ket


Li eyaleta Herat ya li rojavayê Afganistanê, di mizgefta Şîayan ya herî mezin de êrîşeke xwekujî li dar ket.

Berdevkê Walîyê Heratê dîyar kir ku di êrîşê de 20 kes hatine kuştin, lê parlamenterê wî bajarî Mehdî Hadîd da zanîn ku dibe ku hejmara kuştîyan bigihije 100’î.

Êrîş dema nimêja êvarê pêk hat. Li gor jêderên herêmî, êrîşvanê xwekuj berê gule bi ser cemaata mizgeftê de reşandîye û piştre jî xwe peqandîye.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.

Li Afganistanê, ji destpêka 2017’an heta niha pirtir ji 1700 sîvîl di êrîşan de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG