Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Cara Duyê Heman Ceza li Şaredarê Amedê Mizrakli Birî


Dadgeha Amedê bi îdiaya ku endamê rêxistina terore ye, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê zindanê li bajarvanê Amedê Selçuk Mizrakli birî.

Heman dadgeh di sala 2020an de heman cezayê li Mizraklî birîbû. Lê parêzerên wî dosyeya şaredarê Amedê birin Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê ya Tirkîyê (Yargitay).

Yargitay jî bi sedemên ku mafê parastina Mizraklî binpê bûye, sûcên ku lê hatine kirin, îzbat nebûye, di sala 2022an de cezayê red kir û rêya jinûve dadgeh kirinê jibo Selçuk Mizraklî vekir. Di Adara 2023an de dadgeh kirina jinûve destpê kir.

Di îdianameya pêşîn de Mizrakli, li ser îfadeyên jineke îtirafkar, Hîcran Berna Ayverdi hatibû girtin. Ayverdî îdia kiribû ku Selçuk Mizraklî şervanek YPGê li nexweşxaneyek taybet emelîyat kiriye. Dozgerî di îdianameyê da, endamtîya Kongreya Civak Demokratîk û endamtîya Weqfa Mezopotamyayê jî weke endamtîya rêxistina terorê pênase kiribû.

Lê di dadgeh kirina nû de, dozgerî îfadeyên îtirafkarek nû ku navê wî Umit Akbiyik e, di dosyeyê de bicî kir û îdianemeyê berfireh kir.

Hêjayî gotinê ye ku Umit Akbiyik di sala 2018an de endamê meclîsa ciwanên HDPê bû. Ew gelek caran hate desteserkirin, Lê di Nîsana 2023an de di operasyoneke berfireh de ji 193 rojnameger, evûqat, sîyasetvan, hunermend, endamên rêxistinên sivîl hatin desterserkirin. Di wê dosyeyê de hate dîtin ku ev operasyon li ser îfadeyên Umit Akbiyik hatiye destpêkirin. Di wê dosyeyê de li ser Rojnamevan Abdurrhaman Gok, Berîtan Canozer jî îfade dabû.

Akbiyik bi internete beşdarê rûıniştinên dozên Mizraklî dibû. Di rûniştina dawîn de îdia kir Mizrakli piştî bû şaredar jê re gotîye ew di nav komîteya saxlemîyê ya rêxistina PKKê de cî digre.

Lê Selçuk Mizrakli îtirafên wî red kir û got ''Akbiyik derewan dike, ev lîstikek qirêt e û bi kûmpasek mezin re rûbirû ye.''

Lê dadgehî cezayê ku dozgerî xwest pesend kir û ew bi 9 sal û 4 meh û 15 rojan ceza kir. Heman dadgeh cara duyê ye heman cezayê li Şaredarê Amedê dibre.

Parezerên Mizrakli çi gotin?

Emîn Aktar jî li ser medya civakî li ser dozê peyamek belav kir. Wî got ''Dadgeha Bilind cezayê Selçuk red kir û heyeta dadgehê di prosa nû ya dadgeh kirinê de hate guhertin. Lê dadgehê heman cezayê dîsa da û ev nîşan dide ku prosa dadgeh kirinê gelek bê wate ye.’’

Parêzerekî din, Muhsin Bilal jî îdia kir ku jibo ku Mizrakli şaredarê Amedê ye ev ceza lê tê birîn.

Wî jibo Dengê Amerîka got '' Dema Selçuk bû parlamanter di heqê wî de tenê ji dosyeya KCDê doz vebû, lê weke parlamanter bimana ji wê dozê jî tiştek dernediket.''

''İtirafkara ku navê wê Hîcran Berna Ayverdî ye, ji PKKê revîya, di sala 2016an de teslîm bûye û wê deme li ser 108 kesan îfade daye lê navê Selçuk di nav wan de nîne. Kîngê ku Selçuk bû namzede şaredarîya mezin, 10 roj berîya hilbijartinê ev jina îtirfakar çûye dozgerîyê û li ser Selçuk îfade daye. Me ev tawanbarîyên wê, dema ku Selçuk bû şaredar ji dosyeyê hîn kir, dozger îdianameya Selçuk, li ser îfadeya wê jinê avakiribû.’’

Ev kes ne Selçuk Mizraklî be, yekî din be îro azad bû

Bîlal xuya kir ku heman ceza di sala 2020an de li Mizrakli hatibû birîn lê Dadgeha Bilind li ser 3 xalan biryara dadgeha heremî red kir û xwest Mizraklî jinûve were dadgeh kirin.

Dadgeha Bilind ji dadgeha heremî xwestibû hemî îdiayên xwe bi belgeyean piştrast bike.

Dozger, dengek ku ji Kongreya Civaka Demokratîk tomar kiribû weke delîlê sûc nişan dabû. Lê di prosesa dadgehkirina nû de rapora analîza dengê hate destnîşankirin ku ne piştrast in ew deng ê Selçuk Mizraklî ye.

Herwiha Emnîyeta Amedê li ser Weqfa Mezopotamya lêkolîn kir ku di rapora xwe de dîyar kir ku peywendîya ti çalaki û endamê Weqfa Mezopotamya bi rêxistina terore tuneye.

Parêzer Muhsîn Bîlal got ''Dadgeha Bilind jixwe qet li ser îfadeyên îtirfakarê nesekinî bû jî. Jiber van herdû raporan tawanbarîyên li Selçuk hatibûn kirin ruxîyan. Li gor hiqûq û qanûnan divîya dadgehê biryara beraat û berdanê bida. Ev kes ne Selçuk Mizraklî be, yekî din be îro azad bû lê jibo ku ew şaredarê Amedê ye, dadgeha heremî birayara Dadgeha Bilind jî nasnekir. Em hemî dizanin ev biryar ne ya dadgehê ye, jiber ku dadgeh ne biserê xwe ye.’’

Bertekên li dijî cezayê hember wî

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan li ser medya civakî jibo Mizraklî peyamek belav kir û cezayê şermezar kir.

''Em cezayê ku li birêz Mizraklî birine, qebûl nakin! Ev jibo gelê Amedê di hikmê tuneyê da ye! Yên vê biryarê dane bila bizanin ne Selçuk Mizrakli, ne gelê Amedê serî li ber wan danaynin. Selçuk Mizrakli dê her serbilind be lê yên ku vê biryara sîyasî dane dê her rûreş bin.''

Komela Mafê Mirovan jî li ser cezakirina Mizraklî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ev biryar nîşan dide ku prosên dadgeh kirinê de dadgeh di bandora vesayeta desthilatîyê da ye.

''Ev jî hêvî û bawerîya welatîyan a jibo edaletê qels dike. Li welatek ku demokrasî, mafê mirovan, azadîya ramanê ne di bin ewlehîyê da be, avakirina aşitîya civakî jî pêkan nabe. Jiber hindê jibo dawîli şerê çekdarî were gavên pêwîst ên sîyasî divê bên avêtin. Bi taybet dadgehên Tirkîye, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan û ya Dadgeha Bilind binpê neke.''

Hêjayî bîrxistinê ye Mizrakli di hibljartina 30ê Adara 2019an de ji sedî 62 dengên Amedê bû şaredar lê tene 5 meh li ser postê şaredarîyê ma. Bi biryaya Wezartea Karê Navxweyî, bi hiceta ku Selçuk Mizraklî ‘Endamê rêxistina terore ye’ di 19ê Tebaxa 2019an de ji şaredarîyê hate xistin û di cîyê wî de qayum tayin kirin.

Mizrakli kengî bû şaredar

Selçuk Mizrakli di sala 2018an de bû parlamanterê Amedê.

Lê di 30ê Adara 2019an de bi rêjeya sedî 62, ji HDPê bû Hevşaredarê Mezin yê Amedê.

Pênc meh şûnda, di 19ê Tebaxê de bi fermana Wezareta Karên Navxwe bi hiceta dozên terorî di heqê wî de vebûne, qayum danî ser cîyê wî.

Mizrakli nêzî du mehan li pêş avahîya şaredarîyê protestoyan kir lê di di 29ê Cotmehê da hate girtin.

Selçuk Mizraklî di parastina xwe de anî ziman jibo ku qayum bidin ser şaredarîyên HDPê li ser biryareke sîyasî ew hate girtin û li hember wî lîstikeke mezin heye.

Wî di rûniştina dawîn de got doza wî eynî weke doza Dreyfûs e.

Şaredarê Amedê 51 meh in girtî ye û digel Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş li heman girtîgehê ye.

XS
SM
MD
LG