Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Amedê Selçuk Mizrakli Hat Girtin


Şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli îro sêşemê hat girtin.

Mizarkli bi biryara Wezareta Karê Navxwe di 19ê Tebaxê de jikar hat dûrxistin û qayum tayinê ser ciyê wî kirin.

Hevşaredarê berê yê Amedê, roja Duşemê di operasyoneke terorê de digel şaredara Peyas (Kayapinarê) Keziban Yilmaz, ya Karazê (Kocakoy) Rojda Nazlier, yê Bismilê Orhan Ayaz re hatibû desteser kirin.

Her çar şaredar roja Sêşemê hatin dadkirin û jibo Mizrakli biryara girtinê hat dayîn.

B Mizrakli re, şaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, heşaredarên Geverê (Yuksekova) İrfan Sari, Remziye Yaşar, yên Nisêbînê Ferhat Kut, Semire Nergiz, şaredarê Pasûrê (Kulp) Fatih Taş, ya Karayazaiyê Melike Gokçe, ya Ercişê Yildiz Çetin bi heceta endamê rêxistina terorê ne hatin girtin.

Herwiha, hikûmeta Tirkîyê qayum danî ser bajarvanîya Kayapinar, Bismil û Kocakoy û bi vê awayî hejmara şaredariyên ku destê HDPê hatine sitandin bû 12.

KHF_Radyo_Şaredare Amede Selçuk Mizarkli
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00


XS
SM
MD
LG