Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Martin Luther King E


Amerîkî li seranserî welêt îro Duşemê rêze li rêberê mafên sîvîl Martin Luther King digirin û wî bi bîr tînin.

Nav û dengê King di sala 1955’an de, piştî ku boykoteke serkeftî ya otobusên veguhastina giştî yên hikûmetî li bajarê Montgomery ya eyaleta Alabama birêve bir, belav bû.

Di encama wê boykotê de, rêvebirîya bajarê Montgomery neçar ma ku cudakirina rêwîyên reş li nav otobusan rawistîne.

Di sala 1963’an de jî, King gotareke navdar bi navê “I have a Dream”, anku “Xewneke Min Heye”, li Washingtonê xwend.

King Xelata Nobel ya Aştîyê sala 1964’an wergirt, di heman salê de ku Serok Lyndon Johnson jî qanûna mafên sîvîl ya navdar îmza kir.

Martin Luther King di 4’ê Nîsana sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hate kuştin, dema ku bo piştgirîya çalakîyeke protestoyî ya karkerên reş çûbû wî bajarî.

Di 22'ê Tebaxa 2011'ê de li paytext Washintonê peykereke taybet li ser rûmeta King hate vekirin.

Her sal 15'ê Rêbendanê li Amerîka wek Roja Martin Luther King tê pîroz kirin û di vê roja betlana federalî de bo bîranîna wî gelek bernameyên cihêrengî têne darxistin.

XS
SM
MD
LG