Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera 50'î ya Kuştina Martin Luther King E


Amerika iro Çarşemê di salvegera 50’yan ya kuştina wi de, rêberê mafên sîvîl Martin Luther King bi bîr tîne.

King yek ji navdartirîn xebatkarên mafên sîvîl e ku xwe kir qurbanê wekhevîya civakî, lê keda wî rê li ber gelek guhertinên dîrokî vekir.

Ew, jibo dawîkirina tundrêtîya dijî Amerîkîyên Afrîkî di salên 1950’an û 1960’an de rêbertîya xebateke aştîyane kir.

King bona wan xebatên xwe, di sala 1964’an de xelata Nobel ya aştîyê wergirt.

King di 4’ê Nîsan a sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hat kuştin.

"Tarîbûn nikane tarîbûne tune bike, tenê ronahî dikane wê yekê bike. Kîndarî nikare nefretê tune bike, tenê evîn dikare wê yekê bike!”

***

Salvegera 50î ya Kuştina Martin Luther King
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00

XS
SM
MD
LG