Ji hilbijartinên xwecîhî ya Tirkîyê re pênc roj mane û 13 partî bi navê xwe beşdarî hilbijartinan dibin. Hin partîyên din jî, bi endamên serbixwe tev li hilbijartinan dibin.
Li seranser Tirkîyê herî zêde navê partîya desthilatdar AKP û ya opozîsyonê CHP derdikeve pêş û li herêmên Kurdan jî HDP wek partîya serekî dîyar dibe
Li Tirkîyê û herêmên Kurdan xencî wan partîyan, hin partîyên din jî xebatên hilbijartinê dimeşînîn ku ji wan yek ‘Îtîfaqa Welatperwer û Demokrat‘ e. Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û hin grubên din ev îtîfaq pêk anîye.
Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk sîyaseta AKP’ê, CHP’ê û HDP’ê rexne dike û sîyaseta wan her sê partîyan jibo berjewendîya Kurdan baş nabîne.
“Sîyaseta AKP’ê êdî dijî Kurdîtî ye, CHP jî ji dema berê hata nih jî ser înkarkirina Kurdan hatiye damezirandin. AKP, kesên ku deng nede wê, wek terorîst nîşan dide.”
Ozçelîk îdia dike ku HDP jî kesên ku li Kurdistanê deng nede HDP’ê, wek xayîn yan jî alîgirên AKP’ê bi nav dike. Tevahîya van sîyasetan ne di berjewendîya Kurdan de ne.”
Ozçelîk hem Îtîfaka Gel û hem jî ya Îtîfaqa Mîlî dijî Kurdan dibîne û li rojavayê Tirkîyê alîkarîya HDP’ê ya ji Îtîfaqa Milî re jî baş nabîne.