Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moderna Dibêje Vaksîna COVID-19 ya Wê, Zarokên 12 Salî jî Diparêze


Vaksîna Moderna ya COVID -19
Vaksîna Moderna ya COVID -19

Kompanîya Moderna ya dermanan îro Sêşemê dîyar kir ku vaksîna wê ya COVID-19, bi rengekî xurt zarokên 12 salî jî diparêze.

Ev ragihandina Moderna dibe ku bo kesên di wê temenê de ne, li Amerîka, bibe derfeta duduyan ya vaksînlêdanê.

Moderna armanc dike ku pêzanînên di derbarê ciwanên ku di lêkolîna pêşxistina vaksînê de cîh girtine de, pêşkêşî Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) ya Amerîka û sazîyên cîhanî bike.

Moderna ragihand ku wê li ser 3.700 zêdetir ciwanên navbera 12-17 salî lêkolîn pêk anîye.

Pêzanînên pêşî dîyar dikin ku vaksîna Moderna di heman asta parastinê yên wek mezinan çêdike.

Hevdem, vaksîn dibe sedema heman bandorên demkî yên ser mezinan yên wek yên serêşî, êşa milan û betilandinê.

Di nava zarokên ku du dozên vaksîna Moderna wergirtine, nexweşîya COVID-19 nehatiye dîtin, berevajî di nava zarokên bi vaksîna bêbandor hatine derzî kirin de, 4 bûyer derketine.

Moderna da zanîn ku vaksîn piştî 2 hefteyên wergirtina doza yekê ji % 93 bi bandor dibe.

Tevî ku îhtîmala peketina COVID-19 ya zarokan bi rengekî giran li gor kesên mezin pir kêm be jî, li Amerîka ji % 14 bûyerên vîrusa korona di nava zarokan de xuya dike.

Li gor hejmarên Akademîya Pedîatrîk ya Amerîkî, herî kêm 316 zarokên Amerîkî bi sedema COVID-19 mirine.

Li Amerîka bi peydakirina gelek derfetên vaksînlêdanê, piştî ku FDA destûr da vaksîna Pfizer'ê, hejmareke bilind ya ciwanan xwe vaksîn kirin.

Ev pêyvajoya berîya vekirina dibistanan di sala were de, bo armanca vaksînkirina pirtir zarokan gelek girîng e.

Hem Pfizer û hem jî Moderna dest bi testên ji ser zarokên 11 salî bigire heya pitikên 6 mehî kirine.

Ciwan bi heman dozên mezinan re têne test kirin, lê lêkolîner bo zarokên piçûk dozên hindiktir bi kar tînin.

Pispor hêvî dikin ku di payizê de hin encaman bi dest bixin.

XS
SM
MD
LG