Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Dema Hevdîtina Putin û Modi Ti Nakokî Çênebûye


Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û Serokê Rûsya Vladimir Putin

Kremlînê îro Çarşemê ragihand ku dema Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi vê hefteyê li Moskowê kom bûne ti nelihevkirin çênebûye.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re got ku biryara ser betalkirina hevdîtinên şandeyên Rûsya û Hindistanê jiber bernameyê û qedandina axaftinên ser rojevê hatiye dayîn.

Peskov dîyar kir ku ew biryar bi ti awayî ti nakokî û kêşeyan nîşan nade.

Modi roja Sêşemê rojek piştî êrîşa kujer ya li nexweşxaneyeke zarokan ya Kîevê ji Putin re got ku mirina zarokên masum trajedîyeke giran e û bi awayekî girtî ew hişyar kir.

Hindistan, ku bazirganîya xwe ji dewletên Rojava dûr dixwe, jibo Rûsya ya bi toleyên re rûbirû maye, roj bi roj dibe hevbendeke hîn girîng.

Ew dewlet hewil dide ku Rûsya ser şerê li Ukrayna rexne neke û di demên dawî de ji Moskowê di asta rekorî de petrolê distîne.

Karbidestên Hindistanê bang li Ukrayna û Rûsya dikin ku bi rêkên dîyalog û dîplomasîyê kêşeyên xwe çareser bikin.

XS
SM
MD
LG