Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Mogadishu Piştî Serdana Miller Herî Kêm 7 Kesan Dikuje


Teqîneke mezin li Mogadishu ya paytexta Somalê roja Înê herî kêm 7 kes kuştin û 10 kesên din birîndar kirin, li gor polîsê Somalê.

Teqîna xwekujî li nêzîkî firokxaneya navnetewî ya bajêr bû, piştî çend demjimêran ji serdaneka ne ragihandî ya wezîrê bi wekalet yê berevanîya Amerîka Christopher Miller bo paytexta Somalê.

Gurûpa tundrew ya al-Şebab, ku girêdayî rêxistina al-Qaîde ye, berpirsîyarîya teqînê da ser milê xwe. Al-Şebab caran êrîşan li Mogadishu ya paytext pêk tînin wek beşek ji hewldanên wê yên rûxandina hikûmeta Somalê û sepandîna şerî’eta Îslamê li gor wergerandina gurûpê.

Wezareta berevanîya Amerîka Pentagonê roja Înê ragihand ku Miller li Mogadishu bi kesayetîyên leşkerî Amerîkî re kom bûbû û ew ji bo karê wan spas kirin û her wiha dupat kir li ser pêgirîya Amerîka bi şerê gurûpên tundrew.

Serdana ji nişkave ya Miller hat piştî raportên ku got serokê Amerîka Donald Trump plan dike ku piranîya 750 serbazên Amerîkî yê li Mogadishu vekişîne. Serbazên Amerîkî li wir piştgirî û rahênana Artêşa Niştimanî ya Somalî dikin.

Berpirsên hikûmeta Somalê û serkirdeyên opozisyonê bi zarekî tund êrîşa roja Înê şermezar kir.

Serokwezîr Muhemed Hussein Roble sersaxîya malbatên qurbanîyan kir û bang yekbûna li dijî terorê kir.

XS
SM
MD
LG