Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Somalî ragihand ku êrîşvana ku meha borî bajarvanê paytext Mogadişu Abdurahman Omar Osman kuştibû, jineke nebîn e ku di rêvebirîya xwecîhî de dixebitî.
Wezaretê da zanîn ku karmendeke din ya rêvebirîya xwecîhî alîkarî daye wê êrîşvanê ku bi giştî 7 kes kuştibûn.
Koma tundrê El Şabab, ku bi El Qayde re peywendîdar e, berpirsîya êrîşa 24’ê Tîrmehê hildabû ser xwe.
Bajarvan Osman, ku berê di rêvebirîya bajarê Londonê de kar dikir, jiber birînên xwe, hefteyekê piştî êrîşê li nexweşxaneyeke Qatarê miribû.