Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Herî Kêm 17 Kes li Somalî Hatine Kuştin


Jêderên saxlemîyê ji Dengê Amerîka re re ragihand ku di peqînekê de herî kêm 17 kes îro Duşemê li Mogadişu ya paytaxta Somalî hatine kuştin.

Rêvebirê nexweşxaneya mezintirîn nexweşxaneya Mogadişu Dr. Mihemed Yusif ragihand ku 28 kesên birîndar jî ji nexweşxanê re hatin rakirin.

Peqîn, piştî ku bombevanekê xwekuj yê gumanbar trombîla xwe li nêzî oteleke li taxeke şenîbar ya paytext peqand, pêk hat.

Dîdevanan ji VOA re got ku trombîla peqandî demeke zûtir ji xaleke kontrolê ya nêzî Firîngeha Aden Abdulle ya Navnetewî hatibû zivirandin.

Mîlîtanên El Şabab berpirsîya êrîşê rakir ser xwe û ragihand ku ew êrîş wek bersîvdana kuştina Mihemed Nur Ixlas, rêvebirê wan yê payabilind e.

Jêderên îstixbaratî ji VOA re ragihand ku Ixlas, di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de, şeva Pêncşemê li nêzî bajarokê Kunyo Barrow ya herêma Şabelle hate kuştin.

Jêderên bal kişand ku Ixlas berpirsê îstixbarata navxweyî û rêvebirê herî bilind yê sîyasî yê yê El Şabab bû.

XS
SM
MD
LG