Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa, Federica Mogherini îro Duşemê got, operasyonên Rûsya li Sûrîyê balansa erdê diguhere û hîn fikarên girîng bi xwe re tîne.
Mogherini, berî civîna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa li Luksemburgê, got ku divê operasyonên dijî DAIŞ û grubên din yên terorîst bi baldarî bêne kirin.
“Ez bawer dikim ku li gor biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrupa, Rûsya û Amerîka dikarin di qadeke hevbeş ya Sûrîyê de werin ba hev, lê divê kiryarên wan li gor kordînasyonê be.”
Mogherini bal kişand ku eger kordînînasyon nebe, taybetî ji alîyê leşkerî ve encamên gelek xeter dikarin peyda bin.
Rûsya rexneyên tund yên welatên Rojava standibû, piştî ku di êrîşên xwe yên esmanî de piranî neyarên rejîma Beşar Esad kiribû armanc.