Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini, Tirkîyê Jiber Operasyona Efrînê Rexne Dike


Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini, Tirkîye jiber operasyona Efrînê rexne kir.

Mogherini da zanîn ku jiber bûyerên li Efrînê ketîye fikaran û bang li Tirkîyê kir pevçûnan siviktir bike.

Mogherini li Brukselê dîyar kir ku civaka navneteweyî li şûna ku girjîya li Sûrîyê gur bike hewil dide ku çareserîyan bibîne.

Karbidesta YE'ê bang li Tirkîye, Rûsya û Îranê kir ku li gor biryarên ser herêmên ewle tevbigerin û da zanîn ku ewê bûyerên nû li gor vê tevgerê pêk werin.

Artêşa Tirk û çekdarên Artêşa Azad ya Sûrîyê do Yekşemê ketibûn navenda Efrînê.

Hêzên Kurdan bi daxuyanîyeke dabû zanîn ku jibo berevanîya sîvîlan ew ji Efrînê vekişîyane.

XS
SM
MD
LG