Yekîtîya Ewrupa (YE) kêfxweşîya bo Hilcivîna Amerîka û Koreya Bakur ragihand û dîyar kir ku ew hilcivîna nîşan dide ku dîplomasî yekane rêya aştîyê ye.
YE da zanîn ku hilcivînê hêvîyên bo Nîvgirava Kore ya bê çekên navokî xurt kirine.
Berpirsa Polîtîkayên Derve yên YE’ê Federica Mogherini bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku hilcivîn bo pêşdebirina peywendîyên her du Koreyan gaveke hewce bû.
Mogherini bi taybetî bo Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae-in spasîyên xwe pêşkeş kirin û got ku danezana hilcivînê nîşan dide ku çekên navokî dikarin bi temamî û bi awayekî rast werin pûç kirin.