Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini Ser Axaftina Pompeo Bertekan Nîşan Dide


Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini dijî gotinên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bertek nîşan da.

Mogherini da zanîn ku ti alternatîfa peymana navokî ya bi Îranê re di sala 2015’an de hatiye îmza kirin tune.

Pompeo dîyar kiribû ewê dijî Îranê toleyên aborî yên giran ragihînin û dabû zanîn ku divê bi wî welatî re peymaneke nû were îmza kirin.

Mogherini da zanîn ku axaftina Pompeo eşkere nakiriye ku ewê herêm çawa ji çekên navokî were paqij kirin û ewletir bibe.

Ji alîyê din ve, Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jî dîyar kir ku ewê bi Pompeo re, li ser peymana navokî, li Washingtonê hevdîtinekê li dar xîne.

XS
SM
MD
LG