Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini: Divê Kêşeya Venezula bi Rêkên Aştîyane Were Çareser Kirin


Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini dîyar kir ku ew li hember maytekirina leşkerî ya gumankirî ya dijî Venezuela ne.

Mogherini di axaftina li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku divê çareserîya li Venezuela ‘’aştîyane, sîyasî û demokratîk’’ be

‘’Li gor me maytekirina leşkerî ya ji derveyî Venezuela yan ji hindurê wî welatî nayê qebûl kirin’’ Mogherini

Wê bi bîr xist ku YE’ê bi welatên Amerîka Başûr re bo çareserîya kêşeya Venezuela komeke xebatê çêkirine.

Serokê Amerîka Donald Trump di daxuyanîyên xwe de dîyar kiribû ew bo Venezuela ser hemî alternatîfan difikirin.

Amerîka û jimareke welatên din yên Ewrupa li hember Serokê Venezuela Nicolas Maduro piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin.

Guaido di Rêbendanê xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

XS
SM
MD
LG