Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Cara Yekê Xwepêşandarekî Protestoyên Berdewam Sêdare Dike


Ajansa AP ragihand ku hikûmeta Îranê îro Pêncşemê cara yekê sêdarekirina xwepêşandarekî bi bavê Mûhsîn Şekarî piştrast kir.

Şekarî yê 23 salî bi îdiaya girtina cadeyekê û birîndarkirina nobdarekî paramîlîter yê ser bi dewletê ta di nîva meha Îlonê de, bi îdiaya dijmintîya xwedê, bi cezayê mirinê hatibû mahkûm kirin.

Rêxistinên mafê mirovan nerewabûna dadgehkirina Şekarî bi tundî rexne kiribû û hişyarî dabû ku Îranê wê pirtir cezayên mirinê ji xwepêşanderan re bibire.

Rêxistinên mafê mirovan bal dikşînin ku di rewşa heyî de bi dehan kes, jiber tevlêbûna xwenîşandanan di bin xeterîya darvekirinê de ne.

Karbidestên Îranî xwepêşandaran wek "serhilder" bi nav dikin û cezayê giran didin wan.

Xwepêşandanên nerazîbûnê, ku piştî kuştina Jîna Emînî ya bin çavdêrîya hêzên ewlekarîyê de, destpê kirine dijwarîya herî mezin ya Komara Îslamî ya Îranê ye ku di 1979’an de hatibû damêzirandin.

Amnesty International kuştina Şekarî bi tundî şermezar kir û bal kişand ku ew kiryara hovane sê hefte piştî dadgehkirina derewîn ya nerewa çêbû.

Mahmûd Emîrî Mugeddem, dîrektorê rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHR) jî bang li civata navnetewî kir ku reaksîyoneke xurt nîşan bide ku darvekirinên girseyî yên xwepêşanderan pêk neyên.

XS
SM
MD
LG