Bi hezaran Moldovayî roja Yekşemê di mîtîngekê de li paytexta welêt Chisinau kom bûn û piştgirîya xwe ya ji bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê nîşan dan.
Seroka Moldovayê Maia Sandu di çalakiyê de amade bû û axivî û Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola jî tevlî mîtîngê bû.
Metsola ji destpêka sala 2022ê heta niha seroka Parlemena Yekîtîya Ewropayê ye.
Welatê Moldovayê ku di navbera Ukrayna û Romanya de ye, gelek caran bûye navenda aloziyên di navbera Moskow û cîhana Rojavayî de.
Di van salên dawî de, Moldova li hember siyaseta serdema piştî Yekîtîya Sovyeta berê rastî bêhîêvîyek mezin hat û ji siyaseta heyî nerazî ye, bi hezaran Moldovayî bi şêweke komî ji bo jiyanek baştir koçberî welatên derve bûn, bi taybet welatên Yekîtîya Ewropa.
Niha gelê Moldovayî dixwaze bibe perçek ji Yekîtîya Ewropa û dxwazên wan yên ji bo tevlîbûna Yekîtîya Ewropa dom dikin.
Çavkanî: AP