Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moldova Dibêje Ewê Hejmara Dîplomatên Rûsî yên li Welêt Kêm Bike


Moldova îro Çarşemê ragihand ku wê biryar daye ku hejmara dîplomatên Rûsî yên li Kîşînev ya paytext tam kêm bike.

Li gor karbidestên Moldova, ew biryar jiber kiryarên dijminane yên Moskowê hatiye dayîn.

Karbidest dibêjin ku hin nûçeyên medyayê dîyar dikin ku li banê balyozxaneya Rûsya amrazên sîxurîyê hene ku vê jî bandor li biryarê kiriye.

Peywendîyên Rûsya û Moldova, ku demekê her du jî di Yekîtîya Sovyetê de bûn, di asta herî xirab de ne.


Serokomara Moldova Maia Sandu, Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna bi tundî şermezar kiribû û dîyar kiribû ku Moskow hewil dide wê ji desthilatê gêr bike.

Wezareta Derve ya Moldova ragihand ku hejmara xebatkarên balyozxaneya Rûsî dê ji 80’î dakeve 25’an.

Wê wezaretê dîyar kir ku mîsyonên balyozxaneyên Moldova û Rûsya yên li Kîrîşnev û Moskowê dê wek hevdu bin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG