Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Seroka Hilbijartî ya Moldova Hilbijartina Pêşwext Dixwazin


xwepêşandaneke li Chisinau, Moldova (Arşîv)
xwepêşandaneke li Chisinau, Moldova (Arşîv)

Li Moldova îro bi hezaran alîgirên seroka hilbijartî ya Moldova Maia Sandu li Chisinau civyan û daxwaza hilbijartina pêşwext ya parlamentoyê kirin.

Hevdem, xwepeşander parlamentoyê bi sedema ku têkoşîna Sandu ya dijî gendelîyê asteng dike, tawanbar dikin.

Sandu, aborînasa berê yê Banka Cîhanî ye û bi Yekîtîya Ewrupa re pêywendîyên nêzîktir diparêze.

Sandu meha borî di dengdana duya de serok Îgor Dodon yê alîgirê Moskowê têk bir, lê ewê desthilatdarîya xwe bi parlamento û hikûmetê re ku ji hêla parlamenterên bi Dodon ve hevkarîyê dikin re, parve bike.

Welatê rojhilatê Ewropa yê ku hejmara xwecihên wî 3,5 mîlyon kese, jibo bandorê li ser vî welatî Rojava û Rûsya pêşwazîyê dikin, di van salên dawî de jiber bêaramî û gendeliyê Moldova di rewşek aloz de ye.

Alîgirên Sandu piştî ku parlamento roja Pêncşemê bi lez qanûnek derxist da ku kontrola karûbarên îstîxbaratê ji destê wê derxîne, dest bi protestoyan kirin.

Partîya Sosyalîst piştgirîya wê qanûnê kir, ku Dodon berê seroktîya wê dikir û partîya herî mezin ya di parlamentoyê de ye.

Hevdem, partîya Îlan Shor, karsazek ku bi tawana sextekarî û dizîya diravî têkildarî skandala bankê ya bi 1 mîlyar dolaran hatibû mahkûm kirin jî piştvanî da heman qanûnê. Shor tawanên li hemberî xwe red dike û li dijî cazayên xwe doz vekirîye.

Maia Sandu jî beşdarî xwepêşandanê bû û ragihand ku ev piranî qanûnên ku hezên serok radike da ku em nekaribin şerê dijî gendelîyê û dizan bikin. Ev qanûnan jibo parastina nexşeyên tawanên dizan in.

"Emê heya dawiyê biçin heya ku em welat ji karbidestên qirêj paqij bikin."Maia Sandu got.

Parlamento di heman demê de, qanûnek derxist ku dê statuyek taybetî bide zimanê Rûsî, ku bi zimanê Romanî re pir tê axaftin û qedexeyên li ser weşana televîzyonên Rûsî jî rakir.

Dîsa îro Yekşemê, bi sedhezaran cotkar li Chisinau meşînên xwe rawestandin bilind kirina bacan protesto kirin.

XS
SM
MD
LG