Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Mirina Yekê ya Sorika Meymûnan li Teksasê Hate Dîtin


Rêvebirîya Xizmetên Saxlemîyê ya eyaleta Teksasê (DHSS) îro Sêşemê mirina yekê ya jiber nexweşîya sorika meymûnan (monkeypox) ragihand.

Pispor dibêjin ku li gor tomarên fermî yên heya niha, ev mirina li Teksas dibe mirina yekê ya li Amerîka.

Berpirsê DHSS ya Teksasê Dr. John Hellerstedt dîyar kir ku kesê ku jiber nexweşîye miriye rûniştvanê bajarê Harris bû û ew jixwe berê jî nexweş bû.

Dr. Hellerstedt da zanîn ku pisporên bijişkî li ser bûyerê lêkolînê dikin ku fem bikin k sorika meymûna di mirinê de roleke çawa lîstiye.

Wî derheqa xeterîya nexweşîya sorika meymûnan hişyarî da bîragiştî.

“ Sorika meymûnan nexweşîyeke cidî ye, bi taybet jî jibo kesên ku sîstemên wan yên parastinê qels in. Ger hun bi nexweşîya sorika meymûnan ketibin yan yan jî nîşanên wan yên nexweşîyê hebin, divê demûdest herin nexweşxaneyan."

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka dide zanîn ku ji destpêka derketina nexweşîya vir ve 8 dewlet bi giştî 15 mirinên jiber nexweşîya sorika meymûnan ragihandine.

Mirinên heya niha li Kuba, Brezîlya, Ekvador, Gana, Hîndistan, Nîjerya, Îspanya û Komara Afrîqaya Navîn hatibûn ragihandin.

Bi mirina îro ya li eyaleta Teksasê Amerîka jî ket nav van welatan.

Amerîka niha bi mezintirîn belavbûna nexweşîya sorika meymûnan re tekoşînê dike.

Li gor pêzanînên CDC, nexweşî li tevahîya eyelet û heremên girêdayî Amerîka tê dîtin û heta niha pirtir ji 18 hezar bûyer hatine tomar kirin.

Pêzanînên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO) jî nîşan didin ku heya niha li seranserî cîhanê, li 99 welatan nêzî 49 hezar bûyerên sorika meymûnan hatine ragihandin.

Rêvebirîya Biden di destpêka vê mehê de jiber nexweşîya sorika meymûnan rewşa awarte ya saxlemîya giştî ragihandibû.

CDC dibêje ku li Amerîka heya niha 1.5 mîlyon dozên vaksîna nexweşîyê hatiye belav kirin, lê divê zêdetirî 3 mîlyon dozên vaksînê din jî werin belav kirin.

Rêveberîya Biden jibo vaksîn û pêdivîyên din yên girîng do Duşemê peymaneke bi 11 mîlyon dolarî îmza kiribû.

Hejayî gotinê ye ku vaksîna sorika meymûnan, bi navê Jynneos ji vaksînlêdana ji du caran pêk tê ku divê di navbera her du vaksînlêdanan de 28 roj derbaz bibe.

Jynneos li Amerîka vaksîna tekanê ya u hatiye pejirandin e ku ji hêla kompanîya Bavarian Nordic ya li Danîmarkî tê çêkirin.

Pisporên bijişkî dibêjin ku nexweşîya sorika meymûnan bi giştî bo jîyanê ne nexweşîyeke xeter e, lê mirovên ku sîstemên wan yên parastinê qels in, di bin xeterîyeke mezin de ne.

XS
SM
MD
LG