Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peymana Montreux û Girîngîya Tirkîyê di Krîza Ukraynayê de


Di bin Peymana Montreux (Montro) ya navnetewî de, Tirkîyê derbazbûna keştîyan di navbera Deryaya Sipî û Derya Reş kontrol dike. Ev yek jî welatê ku endamê NATOyê ye dibe ku bike lîstikvanekî girîng di krîza navbera Ukrayna û Rûsyayê de.

Demeke zûtir vê mehê, şeş keştîyên şer û keştîyeke binavî yên Rûs bi rêya tengavên Dardanel (Çanakkale) û Bosfor (Bogazîçi) derbazî nav Deryaya Reş bûn.

Moskowê got ku ew gava li nêzîk avên herêmî yên Ukraynayê jibo hîndarîya leşkerî bû.

Li jêr em hinek agahîyan derbarê vê peyamnê û girîngîya wê di çarçoveya nakokîya Rûsya û Ukraynayê de didin:

Peymana Montreux

Peymana Montreux sala 1936’ê hate îmza kirin piştî ku Tirkîyê daxwaz ji welatên Peymana Lozan (Lausanne) ya 1923’an kiribû ku guhertinek di şêweyê çavdêrîya wan tengavan de were kirin. Tirkîyê xembar bû ku hêzên din yên herêmê kontrola xwe berfireh bikin. Hikûmeta Tirkîyê wê çaxê digot ku rewş hatîye guhertin û daxwaza desthilata tevahî ser her du tengavan dikir.

Piştî danûstandin û gotûbêjan ligel hêzên cîhanê, di nav de Brîtanya, Fransa, Yekîtîya Sovyetê û yên din, li ser wê yekê hate lihev kirin ku Tirkîyê van tengavan kontrol bike.

Tengava Bosforê ser nexşeyê.
Tengava Bosforê ser nexşeyê.

Desthilata Tirkîyê

Li got vê peymanê, Tirkîyê Bosfor û Çanakkale kontrol dike, ligel rêxistina çûn û hatina keştîyên şer yên deryayî. Ew herwiha derbazbûna azad ya keştîyên sivîl di dema aştîyê de misoger dike û rê li ber derbazbûna keştîyên ku ne yên welatên Deryaya Reş in, digire.

Di dema şer de, Tirkîye desthilat heye ku van tengavan li ber hemû keştîyên şer yên bîyanî bigire, yan jî dema ku ew têkeve jêr metirsîya dijminahîyekê.

Hemû welatên ku ne li ser Deryaya Reş in û dixwazin ku keştîyên xwe bişînin wir divê Tirkîyê 15 rojan li pêş agahdar bike. Welatên Deryaya Reş heşt rojan li pêş Tirkîyê agahdar dikin.

Derbazbûna di demekê de tenê jibo neh keştîyên şer e, ku çê nabe ti keştî ji 10,000 ton girantir derbaz bibe. Keştîyên welatên ne li ser Deryaya Reş çê nabe ku ji 30,000 ton girantir be û nikarin li herêmê bitirî 21 rojan bimînin. Welatên Deryaya Reş dikarin keştîyên xwe, bi çi giranîyê be jî, derbaz bikin.

Welatên Deryaya Reş dikarin keştîyên binavî her wextekê bê agahdarî bi rîya tengavan derbaz bikin, madem ku ji derveyî Deryaya Reş tên avakirin, kirîn yan jî çêkirin.

Firokên sivîl jî dikarin bi rîyên tranzîtê li nav tengavan werin derbaz kirin, lê divê ev yek ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve were qebûl kirin. Peyman tiştekî derbarê bendan li ser derbazbûna hilgirên firokeyan nabêje, lê Enqere dibêje ew wê yekê jî kontrol dike.

Di sala 1994’an de, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Qanûna Deryayê banga pêkanîna guhertinan di Peymana Montreux de kir.

Lê Tirkîyê jiber pirsgirêkên kevin yên bi Yunanistanê ew peymana deryayî îmza nekiriye lewra Peymana Montreux wek xwe maye.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan.

Bijareyên Tirkîyê

Ji dema ku girjîyên derbarê Ukraynayê destpê kiriye, karbidestên Tirk tenê gotine ku Montreux jibo aştîya herêmî girîng e. Wan dîyar nekiriye ewê Tirkîyê çi helwestê bistîne eger şer derket holê.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotîye ku ewê Tirkîyê wekî hevalbendeke NATOyê tişta pêwîst bike eger Rûsya derbazî Ukraynayê bû. Erdogan ti hûrgirlîyên bêtir nedaye. Tirkîyê di ware enerjî û tûrîzmê de xwe dispêre Rûsyayê û di salên dawî de hevkarîyeke nêzîk ligel Moskowê di warê enerjî û berevanîyê de ava kiriye.

Sala 2008’an, dema ku Rûsya pênasîn bi her du herêmên Abxazîya û Başûrê Ossetia yên Gurcistanê kir, Enqerê daxwaza Amerîka jibo keştîyên wê bi rêya tengavan derbaz bibe red kir, li wê dema ku Tirkîyê xwe di warê bazirganî de dispart Rûsyayê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG