Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber E Moon Jae-in Hilbijartina Koreya Başûrî Qezenc Bike


Agahîyên pêşîn yên li Koreya Başûr nîşan didin ku berbijarê Partîya Demokratîk ya Lîberal Moon Jae-in di hilbijartina seroktîya wî welatî qezenc kir.

Pirsnameyên ku ji alîyê weşangerên Koreyî KBS, MBC û SBS hatine kirin, nîşan didin ku Moon pirtir ji 41 ji sedê dengan wergirt.

Tê ragihandin ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinê bi awayekî rekorî bilind e, pişîtî ku seroka berê jiber dizî û pere xwarinê dest ji kar berdabû û xwepêşandanên girseyî li seranser Koreya Başûr pêk hatibûn.

Komîsyona Hilbijartinê ya Netewî ragihand ku ji 42 mîlyon hilbijêrên tomarkirî, 80 ji sedê çûn ser sindoqan.

Di hilbijartinê de hevrika herî nêzîk yê Mooon, namzetê Partîya Liberaê ya Koreyî yê konservatîf Hong Joon-pyo e ku 23 ji sedê dengan û berbijarê Partîya Gel ya navînger Ahn Cheol-soo ji 21 ji sedê dengan wergirtin.

Encamên fermî, li ber e roja Çarşemê li paytaxt Seul werin eşkere kirin, lê dijwar e ku jiber ferqa mezin ya serketina Moon, encamên hilbijartinê biguherin.

XS
SM
MD
LG