Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muqteda El-Sedir di Hilbijartinên Îraqê de bi Ser Dikeve


Komisyona hilbijartinên Îraqê îro Şemiyê ragihand ku rêberê Şîiî yê popyolîst Muqteda el-Sedir, ku di şerê Îraqê de li dijî hêzên Amerîkî şer kir, piraniya kursiyên Parlemana Îraqê wergirtin.

El-Sedir ku hevalbendiyelk li gel komonîstan saz kiriye 54 kursî wergirtin.

Hevalbendiya el-Fetih duyem bû di hilbijartinan de li gel 47 kursiyan, di demekê de ku hevalbendiya el-Nesir bi serokatiya serokwezîr Heyder El-Ebadî di pileya sêyem de hat û 42 kursî wergirtin.

El-Sedir nebû Kandîdê Parlemanê û nikare bibe serokwezîr, lê wek serokê hevanbendiyeka siyasî, ewê roleka serke bilîze di proseya damezrandina hikûmeta bê ya Îraqê de.

Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis demekê berê vê hefteyê got Amerîka li gel bijara hilbijartinên Îraqê ye, tevî serkeftina el-Sedir a ne pêşbîn.

Mattis pesna Îraqê da di liva wê ya ber bi demukrasiyê de.

XS
SM
MD
LG