Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Kordînatorê Navokî yê YE Dê Seredana Tehranê Bike


Enrique Mora
Enrique Mora

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku kordînatorê Yekîtiya Ewropî ji bo danûstandinên di navbera Îran û hêzên cîhanî de li ser nûvejandina rêkeftina navokî ya têkçûyî ya sala 2015an dê vê hefteyê serdana Tehranê bike.

Koordînator, Enrique Mora, roleke sereke wekî navbeynkar di navbera Amerîka û Iranê de lîstiye di salekê de ji danûstandinên li Viyanayê ku hewl didin peymanê vejînin.

Dema serdana Mora bo paytexta Îranê nehatiye piştrastkirin, lê çapemeniya herêmî ragihand ku tê çaverêkirin ew roja Sêşemê be.

Peyvdarê wezareta derve Seîd Xetîbzade di civîneke çapemeniyê ya heftane de got: "Rojeva danûstandinên li Tehranê hema hema bi dawî bûye."

Mora dê bi serokê şandê guftûgoyan yê navokî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Baqerî re bicive.

Peymana 2015an cezayên dijî Îranê sist kirin li beramber sînordarkirina bernameya wê ya navokî da ku garantî bide ew nikaribe çekên navokî çêbike.

Rêkeftin di navbera Îran û 5 endamên mayinde yên Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Ew jî Çîn, Rûsya, Amerîka, Brîtanya û Fransa û Almanyayê ne.

Lê Waşington di sala 2018an de bi awayekî yekalî vekişiya di dema serokatiya Donald Trump de û cezayên aborî yên tund ji nû ve li dijî tehranê hatin sepandin, ev yek bû sedem ku Îran dest ji sozên xwe berde.

Gotûbêjên li Viyanayê balê dikişînin ser vegerandina Waşintonê ya nav rêkeftinê û rakirina cezayên wê, di heman demê de piştrastkirina pabendbûna tam ya Tehranê bi sozên xwe.

XS
SM
MD
LG