Xelkê rojavaya Ukraynayê jî êdî dest bi revîna ji malên xwe kirine piştî ku hêzên Rûsyayê do Yekşemê êrîşên xwe li wê deverê jî berfireh kir.
Ji destpêka şerê Rûsya li Ukraynayê li 24ê Sibatê ve, rûniştvanên deverên din yên Ukraynayê ber bi rojavaya welêt diçûn jiber ku wir ewletir bû. Lê niha kesên li wir jî jiber tundûtûjîyê ber bi rojhilata Ewrupayê direvin.
Di êrîşeke roja Yekşemê de li ser bingehekê nêzîkî sînorê Polonyayê, bi kêmî 35 kes hatin kuştin, li gor hikûmeta Ukraynayê. Lê Moskow dibêje ku di ecnama wê êrîşê de 180 şervanên biyan hatin kuştin û hejmareke mezin ji çekên bîyanî hatin wêran kirin.
Di hefteya sêyan ya vî şerî de hejmara penaberên Ukraynî jiber dagîrkirina Rûsyayê gihiştîye 2.7 milyon kesan, li gor agahîyên Neteweyên Yekbûyî.
Herwiha, bi milyonan kes li nav Ukraynayê jî ji malên xwe derbider bûne û gelek ji wan li herêmên rojavaya welêt bicih bûbûn.
Myroslava ya 52 salî ji mala xwe ya li herêma Ternopil ya rojavaya Ukraynayê revîya û li stastyona trênê li bajarê Krakow yê Polonyayê li hêvîya dostên xwe bû ku wî bibin. Wê nedizanî ewê li ku derê bimîne.
“Em jiber êrîşa do revîyan. Me nedixwest em birevin, lê êrîş pir nêzîk bû, lewra me biryar da,” wê got.
Mîra ji Kîevê ligel dîya xwe ber bi paytexta Polonya Warsaw diçû. Wê got ku êrîşa Rûsî nêzîk bajarê Lvivê ew matmayî hişt.
“Ez tirsîyam. Divîya min xwe aram bikira jiber ku divê em her tevbigerin,” wê anî zimên.