Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misirê Morsî: Hikûmeta Şamê Zordar e û Rewabûna Wê Nemaye


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad û Serokê Misirê Mihemed Morsî di hilcivîna welatên bêalî de xwane dibin. Tehran 30/8/2012
Serokê Misirê yê nûhilbijartî Mihemed Morsî, hikûmeta Şamê wekî “zordar” binav kir û got, divê sîstemeke demokratîk li şûna desthilata niha were.

Serokê Misirê ew gotinên xwe li li Tehranê kir ku Îran yek ji dostên herî dawî ya rejîma Esed e. Birêz Morsî di hilcivîna welatên bêalî de got, “berpirsîya xuna ku li Sûrîyê dirije, dikeve milên me gîşkan.”

Mihemed Morsî her wiha got, “berpirsîya cîhanê ya ahlaqî heye ku di tekoşîna gelê Sûrîyê ya dijî hikûmeta wan ya zordar de, piştgirîya wî gelî bike”.

Birêz Morsî ku bi giştî wekî rêberekî Îslamî yê nermrê tê qebûl kirin, bûyerên li Sûrîyê ye wekî berdemîya pêla xebatên şoreşgerî li seranser herêmê binav kir.

Daxuyanîyên rêzdar Morsî Şam û Tehran hêrs kirin ku serhildana gelê Sûrî ji Buhara Erebî cihê digirin û wekî karê “terorîstên” bi piştevanîya Amerîka û çend welatên herêmê dibînin.

Delegasyona Sûrî ya li Tevgera Bêalîgiran wekî protesto ji hilcivînê derket, dema birêz Morsî gotara xwe pêşkêş dikir.
XS
SM
MD
LG